Cîhan
Serê YPG û grûbên çekdar li Til Rifetê
PeyamaKurd - YPG û çekdarên ser bi Tirkan ve ev qederek e li Rojavayê Kurdistanê Til Rifetê şer dikin û pevçûn derdikevin.
YPG ji navçeya Til Rifetê ber bi hedefên Artêşa Azad a Sûriyeyê operasyonan dike.
Artêşa Azad ku li Mareya li hemberî Til Rifetê ye, piştî ku bersiv da, li ser xeta Ezaz-Mareyê pevçûn derketin û ev sê roj in jî dewam dikin.
YPG bi topên hawanan êrîşî şêniyên vê derê dike. Pevçûn vêga zêde gur nebûne.
- Artêşa Tirkiyeyê teqwiye kir
Unsûrên Artêşa Tirkiyeyê bi obusan va bersiv dan êrîşên topên hawanan.
Di vê navberê da Artêşa Tirkiyeyê eniyên ku li herêmê dinihêre jî qewîn kirin.
Konvoyên Artêşa Tirkiyeyê bi qedera 30 wesayîtî va tank, wesayîta veguhastina personelan, obus û çekên giran ber bi herêmê sewq kirin.