Cîhan
Serok Barzanî pîrozbahî li Namo Fazil kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ku ji bo pêlevanê Kurd Namo Fazil weşand, diyar kir ku ew "çavkaniyek serbilindiyê ye ji bo Kurd û Kurdistanê."
Di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X parve kir, Mesûd Barzanî şampiyonê cîhanê Namo Fazil pîroz kir.
Peyama Serok Barzanî wiha bû: "Ez şampiyonê cîhanê, lehengê ciwan û jêhatî (Namo Fazil) ji bo serkeftina wî ya bêhempa di şampiyoniya MMA ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de pîroz dikim."
Mesûd Barzanî Namo Fazil wekî çavkaniya serbilindiyê ji bo Kurd û Kurdistanê bi nav kir û peyama xwe wiha domand:
"Ez pîrozbahiyê li Namo Fazil dikim û hêviya serkeftina berdewam û mayînde ji wî re dikim ku ew di asta jorîn de bimîne."