Cîhan
Serokê berê yê Encûmena Asayîsa Netewî yê Kazakistanê hat desteserkirin
PeyamaKurd – Serokê berê yê Encûmena Asayîşa Netewî yê Kazakistanê Karim Masimov, bi gumana 'xiyaneta li dewletê' hat desteserkirin.
Li gor daxuyaniya Encûmena Asayîşa Netewî ya Kazakistanê, ji aliyê encûmenê di 6ê Rêbendanê de, di çarçoveya benda xiyaneta li dewletê ya Zagona Cezayê ya Komara Kazakistanê, dest bi lêpirsînê kirine.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, bi gumana xiyaneta li dewletê, Masimov hatiye desteserkirin.
Herwiha hat destnîşankirin, Masimov bi kesên din ên desteserkirî re, li navenda girtinê ya demkî hatiye bicihkirin.