Cîhan
Serokê Çînê Xi Jinping piştî 11 salan çû Amerîkayê
PeyamaKurd - Serokê Çînê Xi Jinping piştî 11 salan yekem car bi serdaneke fermî çû Amerîkayê û li Marylandê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat pêşwazîkirin.
Xi piştî gihiştina xwe diyar kir ku vîzyonên her du welatan dikarin bi hev re bimeşin û got ku ew dixwazin pêwendiyeke avaker a li ser bingeha hevkariyê xurt bikin.
Di lûtkeya ku îro dest pê dike de, mijarên wekî nakokiyên bazirganî, bacên gumrikê, ewlehiya hişê çêkiri û bandora şerê li Rojhilata Navîn û Tengava Hurmizê li ser enerjiya cîhanî di rojevê de ne.