TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê dewleta Sri Lankayê Gotabaya Rajapaksa welatê xwe terk kir

Admin M
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2022 04:51

PeyamaKurd – Li gor ragihandina BBC yê serokê dewleta Sri Lankayê Gotabaya Rajapaksa û birayê wî Basil Rajapaksa ku berê wezîrê darayî bû terka welatê xwe kirin. Nehat ragihandin bê çûne kîjan welatî.

Di 9 ê temmûzê de li Sri Lankayê xwepêşandêr agir berdabûn mala serokwezîrê Sri Lankayê. Xwepêşandêr her weha ketibûn mala serokê dewletê û heya baregeha wî çûbûn.

Piştî van bûyeran hêzên ewlehiyê Rajapaksa biribûn ciyekî bi ewle da tiştek nê serê wî.

Parve bike: