Serokê SIPRI: Wê di heyama nû de teror zêde bibe
PeyamaKurd – Serokê Enstîtuya Lêkolînên Aştiya Navnetewî ya Stockholm (SIPRI) Dan Smith, ragihand ku îhtimal e ji ber krîza koronayê li qada navnetewî rageşî û teror zêde bibe û got, “Bi taybet jî bandor li ser Iraq û Sûriyê dibe.”
Smith diyar kir ku nîşaneyên ku li Iraqê milîsên îslamî yên tundrew û DAIŞ çalak bibin hene û di berdewamê de bal kişand ser Yemen û Afganistanê ku şerê li wan welatan jî dijwartir bibe û Talîban jî xwe bihêztir bike.
Dan Smith destnîşan kir ku li Afrîkayê jî li welatên wekî Nijerya û Maliyê gefên cidî yên nû hene ku alozîyê zêde bikin.
Smith herwiha dibêje, li wan herêman pandemiya koronayê bingeha dewletan lawaz kiriye û alîkariyên pêwîst jî wernegirtine ku dê ev jî bibe sedema wê yekê ku xelkê hejar bi sozên xwe gihandina xurekan beşdarî nav milîsên çekdar bibin.