Serokkomarê Lubnanê Awn û Marco Rubio axifîn
PeyamaKurd – Serokkomarê Lubnanê Joseph Awn û wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio li ser pêşdeçûnên dawî yên li Lubnanê di rêya telefonê de axifîn. Mijarên wan ewlehî û îstîqrara Lubnanê bû.
Rubio, peyama desteka ji bo Lubnanê da lê Awn got ku divê ji bo êrîşên Îsraîlê rawestin, şerte Washington, xalê bixe nava muzakereyên li Washingtonê bibin.
Ragihandina axaftina her dû lîderan ji aliyê serokatiya Lubnanê de hat ragihandin. Di axaftinê de Rubio got ku ji bo li Lubnanê ewlehî û îstîqrar bibe, desthilata dewletê li seranserê welat belav bibe, artêş, dezge û saziyên leşkerî destek bike, DYA li cem Lubnanêye û dê destekê bide Lubnanê.
Awn jî ji bo desteka DYAyê ya ji bo Lubnanê sipasiya wezîrê karên derve yê DYAyê Rubio kir. Awn got ku divê êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê rawestin û muzswkereyên ku di hefta pêşde li Washingtonê bikin de divê wekî şertekî deynin ortê.
Awn ragihand ku hedefa destpêkirina muzakereyan ya esasî ya li Washingtonê ew e ku ewlehî, îstîqrar, desthilat û yekîtiya axa Lubnanê bê parastin.