TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokomarê Lubnanê ji bo lihevkirina bi Îsraîlê re derî vekirî hist

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2020 21:43

PeyamaKurd – Serokomarê Lubnanê Mişel Ewn, beşdarî bernameya televizyona Fransî BFMê bû û li ser pirsa îhtimala lihevkirin û aştiya bi Îsraîlê re derî vekirî hişt

Mişel Ewn li ser pirsê got, “Ev tê guhertin. Bi Îsraîlê re kêşeyên me hene û divê pêşî em wan çareser bikin.”

Ewn bal kişand ser alîkariyên ziyanên teqîna Beyrûdê ku herî kêm 178 kesan can daye û zêdetirî 6 kes birîndar bûne hatine şandin û got ku dê ew alîkarî bigihin cihên pêdivî bi wan heye.

Mişel Ewn li ser peymana aştiyê ya navbera Îsraîl û Îmaratên Erebî jî diyar kir ku Îmarat welatekî xwedî serwerî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hizbullaha Lubnanê şirîkê hikûmeta Lubnanê ye û ev bi salan e şer û aloziya bi sedema hebûna Hizbûllahê bi Îsraîlê re berdewam dike.

Parve bike: