TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokomarê nû yê Îranê dest bi kar kir

Admin H
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2024 15:31

PeyamaKurd – Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizişkiyan, bi merasîma sondxwarinê dest bi karê xwe kir.

Hate ragihandin ku Pizişkiyan bi merasîma sondxwarinê ya ku serokên welatan û 70 şandên derve beşdarî kirin, dest bi erka xwe ya Serokomariya Îranê kir.

Merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizişkiyan li Encûmena Şêwirê ya Îslamî ya Îranê ya li Tehranê, îro Yekşemê hate sazkirin.

Çi bûbû?

Hêjayî bibîrxistinê ye, 19ê Gulanê piştî ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de mir, 28ê Hezîranê hilbijartina serokomarê nû yê Îranê hilbijartin hate lidarxistin. Di tura yekem de kesê rêjeya pêwîst ya dengan bi dest ne xist û Mesud Pizişkiyan û Seîd Celîlî di gera duyem de ketin pêşbirkê. Di gera duyem a hilbijartinê de ku 5ê Tîrmehê hate lidarxistin, Mesûd Pizişkiyan bi 16 milyon û 384 hezar û 403 dengan bû serokomarê nû yê Îranê.

Parve bike: