TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîr Barzanî şaxa Nissanê û projeyên geştiyariyê li Zaxoyê vedike

Admin H
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2026 09:23

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo bihêzkirin û vejandina binesaziya aborî û geştiyariyê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê serdana deverê dike.

Îro, 25’ê Cotmehê, bi amadebûn û serpereştiya Serokwezîr Barzanî, şaxa şîrketa navdewletî ya Nissanê li Zaxoyê tê vekirin ku armanca wê ya sereke geşepêdana kerta bazirganiyê û afirandina derfetên nû yên kar e ji bo ciwan û xelkê herêmê.

Di çarçoveya vê serdanê de, Serokê Hikûmetê dê serdaneke meydanî ji bo Kornîşa Zaxoyê û projeya geştiyariyê ya Toga Porto Marina jî pêk bîne.

Ev projeya mezin ku ji brandên navdar ên cîhanî yên xwaringeh û kafeyan pêk tê gihîştiye qonaxa xwe ya dawî û ku ev gav dê werçerxaneke girîng di kerta geştiyariya Zaxoyê de çêbikin û pêgeha bajêr bihêztir bikin.

Parve bike: