Cîhan
Serokwezîrê Iraqê: Alternatîv tine be, hukumet nayê fesixkirin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ragihand ku daxwazên hemû xwepêşandêran rastin lê eger hukumet îstîfa bike, wê arîşe bêhtir kûr bibin. Abdulmehdî piştî civîna encumena wezîran bo çapemeniye weha ragihand:
“Fesxkirina hukumetê daxwazeka di cîh de ye lê eger alternatîveka bilez, nerm tinebe ev yek nabe. Eger hukumet îstîfa bike wê krîza welat zêdetir kûr bibe û valahî çêbibe. Bi sedema ku dê erka hukumeta demkî kêm be, budçe amade nabe, nayê erêkirin û reform çênabin. Eger partiyên siyasî li ser yek kesekî lihev bikin, ez amade me ku dev ji hukumetê berdim.”