Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi 21 guleyan dest bi kar kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê nû yê hikûmeta federal a Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî, doh di merasîmeke taybet a protokolî de bi fermî dest bi erkê xwe yê nû kir.
Elî Zeydî li Koşka Serokatiya Hikûmetê ya li paytext Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê berê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin û desthilat bi awayekî fermî radestî wî hat kirin. Di merasîmê de, wekî protokoleke kevneşopî ya dewleta Iraqê ya ji bo rêzgirtin û pêşwaziya serokwezîrê nû 21 gulle-top hatin teqandin.
Pêvajoya bawerîpêdanê ya kabîneya nû
Beriya vê gava fermî, Serokwezîrê nû Elî Zeydî di 7ê Gulana 2026an de bernameya kar û lîsteya kabîneya xwe ya nû pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî kiribû. Piştî gotûbêjên siyasî, di 14ê Gulana 2026an de, Elî Zeydî û 14 wezîrên kabîneya wî karîbûn dengê baweriyê ji piraniya endamên parlamentoyê wergirin.
Bi vê merasîma radestkirinê, kabîneya nû ya Iraqê di bin serokatiya Zeydî de ji bo birêvebirina qonaxa bê ya welat bi awayekî fermî dest bi xebatên xwe kir.