Cîhan
Şêwirmendê Erdogan xetên sor ên destûra nû eşkere kirin
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokomar û Cîgirê Serokê Komîteya Polîtîkayên Dadê ya Serokkomariya Tirkiyê Mehmet Uçum derbarê nîqaşên destûra nû de nirxandineke berfireh kir.
Uçum got ku tevî guhertinên hatine kirin jî, piraniya xalên Destûra 1982an hîn jî taybetmendiya xwe ya darbeyê diparêzin û çêkirina destûreke nû ji bo Tirkiyeyê êdî bûye pêwîstiyek.
Uçum çarçoveya "xetên sor" jî diyar kir û da xuyakirin ku çar xalên ewil, pênaseya neteweya tirk, zimanê fermî ku Tirkî ye, avahiya unîter û laîkî dê werin parastin.
Her wiha Uçum anî ziman ku guhertina Pergala Serokomariyê û rêjeya ji sedî 50+1 nayê guhertin û ev babet wekî nirxên parastinê hatine destnîşankirin.