Şili, Arjantin û Peru hevkariya ewlehiya herêmî îmza kirin
PeyamaKurd – Ji welatên Amerîka Latînî Şili, Peru, Arjantin, Bolivya û Ekvador ji bo li dijî rêxistinên sûcan û têkoşîna bi madde yên hişbir re têbikoşin, dixawazin hevkariya xwe xwurt bikin.
Li ser mijarê li payîtexta Şiliyê li Santiagoyê wezîrên karên derve yê 5 welatan civiyan û peymana hevkariyê ya bi navê ‘Soza Santiago’ îmza kirin.
Wezîrên her 5 welatan ji bo têkoşîna li dijî sûcan parvekirina agahiyan, koordinasyona teknîkî û hevkariya siyasî dê zêde bikin.
Piştî merasima îmzayê wezîrê karên derve yê Şiliyê Francisco Perez Mackenna behsa girîngiya hevkariya li dijî sûcên organize behsa girîngiya hevkariya herêmê kirin.
Piştî bicîhanîna peymanê ya di navbera 6 mehan de, wê dê 6 meh di şûnde car din her 5 welat bicivin da bizanibin bê çendîn pêşketine.