TR KU SO
FB X
Cîhan

Sîretkarên Hamaney Rûhanî rexne kirin

Admin M
Nivîskar
📅 26 hezîran 2018 19:11

PeyamaKurd- Şîretkarê şûra leşkerî yê Ayetûllah Hamaney Yahya Rahîm Safewî, li ser halê Îranê yê aborî û siyasî got: “Eger hukumet tinebe, xuya dike ku dê welat xweştir bê îdarekirin.”

Safewî şiklê rêvebiriya hukumetê rexne kir û got ku hukumet bi derdê milletê eleqedar nabe û ev di nava xelkê de dibe sedema nerazîbûnan. Hinek grûb hene ku dixwazin vana bikin sedem û bikin protestoyên li dijî rejîma Îranê.

Bihayên ku di pereyên biyanî de zêde bûne û bihabûna jiyanê bû sedem ku esnafê Tehranê bo protestoya van her dû xalan, dukkanên xwe bigrin. Safewî got: “Nerazîbûna esnafên çarşiyê, nişan dide ku li welat jî nerazîbûn heye.”

Di Îranê de hene ku bi eksa vêya dibêjin ku hukumet bê îzna Ayetullah Hamaney nikare tevibigere. Tenê hukumetê ji xwe re sedem nîşan didin. Mînak Safewî dibêje:

“Hamaney muzakereyan destek nekiriye lê li gor qanûna Îranê îzin daye hukumetê ku muzakereyan bikin.”

Parve bike: