Cîhan
Sîsî, erkên 13 wezîran guherandin
PeyamaKurd- Parlamentoya Misirê, daxwaza Serokomarê Misirê Abdulfettah es-Sisi ya guherîna 13 wezaretan erê kir. Hat ragihandin ku ev guherîn, ji bo berjewendiyên dewletê hatin kirin.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Misirê MENA’yê, daxwaza guherîna 13 wezaretan a Serokomar Sîsî, ji aliyê parlamentoyê ve hatiye erêkirin û bi vê guherînê re jî dê çalakbûna hikûmetê, hîn zêdetir bibe. Hat zanîn ku di nav guherînên hatine kirin de wezaretên tenduristî, hewavanî, koçberî, geşepêdanên herêmî, perwerdehî û yên din hene.
Li gorî xala 147an a Makezagona Misirê, bi şewirandina ligel serokomar û serokwezîr, mafê guherîna kabîneyê heye û ger ku piraniya dengan li ser vê daxwazê hebe, kabîne dikare were guherandin.