Siûdî daxwaza Amerîkayê ya bo Hurmizê red kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Riyadê daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo bikaranîna qada hewayî û baregehên leşkerî bo bikaranîna li Tengava Hurmizê red kiriye.
Li gorî AFPê Washingtonê dixwest van derfetan ji bo operasyoneke leşkerî ya bi armanca ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê bikar bîne, lê Siûdiyê rê neda vê pêngavê.
Helwesta Riyadê ya li hemberî Îranê
Çavkaniyên Siûdî ji AFPê re eşkere kirine ku Erebistana Siûdî naxwaze xaka wê an jî asmanê wê ji bo êrîşên li dijî Îranê were bikaranîn.
Riyadê nîşan da ku Siûdî di navbera parastina berjewendiyên xwe yên stratejîk û dûrketina ji şerekî rasterast ê bi Tehranê re hevsengiyekê diparêze.
Tê gotin ku Washington ji bo guhertina vê biryarê û razîkirina rêveberiya Siûdiyê li pey rêyên dîplomatîk ên din e, lê helwesta Riyadê ya niha ji bo operasyona deryayî ya Amerîkayê astengiyeke mezin e.