TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê bingeha leşkerî ya nêzî Tengava Hurmizê wêran kir

Admin H
Nivîskar
📅 07 mijdar 2026 09:34

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li bajarê West Palm Beach ê wîlayeta Florîdayê ragihand ku artêşa welatê wî êrîşeke leşkerî ya bilez û sînordar biriye ser bingeheke leşkerî ya Îranê.

Trump diyar kir ku Îraniyan bingeheke biçûk a bergiriya asmanî ava kiribû û got: "Me di nav 15 xulekan de, yan jî dibe ku di 5 xulekan de ew bi temamî wêran kir."

Ajansa Associated Pressê da zanîn ku Trump ti hûrgiliyên zêdetir li ser armanc û cihê êrîşê eşkere nekiriye.

Hevdem ligel vê daxuyaniyê, li devera Sûza ya li Girava Qeşmê û Bendera Xemîr dengê du teqînên bihêz hat bihîstin û ajansa Tesnîmê jî ragihand ku dengê firîna firokeyên şer li ser asmanê herêmê ketiye nava gel û nîgeranî çêkiriye. Supaya Pasdaran a Îranê da xuyakirin ku wan li asmanê Girava Qeşmê droneke Amerîkayê ya ji cureya MQ-1 xistiye xwarê.

Parve bike: