Siûdî: Ewlekariya herêmê beşeke jêneger a ewlehiya cîhanê ye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Siûdiyê Mîr Faysal bin Ferhan Al Suud di Civata Giştî ya 81an a Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku ewlekariya herêma Kendavê bi awayekî rasterast bi ewlekariya cîhanî û zincîreyên dabînkirinê ve girêdayî ye.
El Suud anî ziman ku welatê wî û welatên herêmê rastî êrîşên eşkere yên Îranê hatine ku binesaziya sivîl û çavkaniyên ewlehiyê armanc digirin û daxwaz kir ku Tengava Hurmiz, Babûlmendeb, Deryaya Sor û Kendava Adenê ji bo seyrüsefera azad a deryayî bêparastin û bêyî ku wekî amûreke zextê werin bikaranîn vegerin rewşa beriya 28ê Sibatê.
Di dewama axaftina xwe de Wezîrê Siûdî bal kişand ser mijarên herêmî û navneteweyî û tekez kir ku çareseriya pirsgirêka Filistînê bi damezirandina dewleteke serbixwe ya li ser sînorên 1967an pêkan e, herwiha êrîşên Hûsiyan ên li ser Siûdiyê û keştiyên bazirganî şermezar kir.
Li gel piştgiriya ji bo hewldanên kêmkirina aloziyan, wî bal kişand ser girîngiya Vizyona 2030yan, pêwîstiya ewlehiya enerjiyê ligel guherîna avhewayê û her wiha hevkariya navneteweyî ya ji bo bikaranîna berpirsiyar a hişê çêkirî.