TR KU SO
FB X
Cîhan

Siûdî ji Pakistanê re: Ger hûn reforman nekin...

Admin L
Nivîskar
📅 20 adar 2023 15:01

PeyamaKurd – Erebistana Siûdî ragihand, eger reformên darayî û diravî neyên kirin dê pakêta alîkariyê ji Pakistanê re neyê dayîn.

Biryara Erebistana Siûdî ya nedayîna alîkariyên aborî yên din an deynên bêfaîz ji Pakistanê re, karbidestên Îslamabadê bêhêvî kir.

Piştî vê biryara rêveberiya Riyadê, Wezîrê Derve yê Pakistanê Bilaval Bhutto Zerdarî gazind kir ku welatên dost jî amade ne Pakistanê ji krîza aborî rizgar bikin.

Şirovekarên siyasî diyar dikin, “Erebistana Siûdî û welatên din ên Kendavê beriya niha jî bi rêya telefonê alîkariya aborî pêşkêşî Pakistanê dikirin, lê niha zehmetiyên mezin ji rêveberiya Îslamabadê re derdixin”.

Pakîstana ku di nava xetereya nelirêtiyê de ye ger di nava 3,5 salan de nêzî 80 mîlyar dolar deynê navneteweyî nede, bi lezgînî bi mîlyaran dolarî hewce dike.

Tê diyarkirin, niha rezerva diravî ya Pakistanê 3 milyar dolar e.

Parve bike: