TR KU SO
FB X
Cîhan

Siûdiyê li Yemenê derbeyeke mezin li Îranê da

📅 23 nîsan 2018 23:34

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokê Şûraya Bilind a Siyasî li Yemenê Salih Semmad di operasyoneke Erebistana Siûdiyê de hat kuştin.

Li gor ajansa Îranê Tasnîmê, Salih Semmadê Serokê Şûraya Bilind a Siyasî li Yemenê ku ser bi Hûsiyan ve ye, di operasyoneke hevpeymana bi pêşengiya Erebistana Siûdiyê de hat kuştin.

Li gor xebera ajansê Siûdiyê di operasyona ser El Hedîdeyê de Semmad kir amanc.

Di vê navberê de Hereketa Ensarullahê jî ku li ser navê Hûsiyan herekey dike ev agahî piştrast kir.

Parve bike: