TR KU SO
FB X
Cîhan

Sîxur ji Çînê 800 hezar dolar sitendiye

Admin M
Nivîskar
📅 05 hezîran 2018 20:15

PeyamaKurd- Sîxurê Amerîkî ku li ser navê dewleta Çînê dixebitî, ji aliyê Amerîka ve hat girtin. Sîxurê Amerîkî belgeyan dida dewleta Çînê û tê gotin ku 800 hezar dolar pere ji Çînê sitendiye.

Wezareta dadê ya Amerîka ragihand ku sîxurê bi navê Ron Raockwell Hansen, di rêxistina îstîxbarata bergiriyê ya Amerîka de dixebite, bi tohmeta ku li ser navê Çînê sîxuriyê kiriye, hat girtin. Hansen tam di dema ku li balafirekî siwar dibû da here Çînê, hat girtin.

Hansen, belgeyên di derbarê parastina Amerîka de dida Çînê û ji wan pere distend. Amerîka heya niha 3 kesên ku li ser hesabê Çînê xebitîne, wan sûcdar dike lê wezareta karen derve ya Çînê dibêje ku di mijarê de ti agahiyeka wan nîne.

Parve bike: