TR KU SO
FB X
Cîhan

Arjantin ji bo biyaniyan dê bi 350 hezar dolarî mafê welatiyê bide biryaniyan

Admin M
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2026 10:37

PeyamaKurd – Arjantinê ragihand ku ji bo mafê welatiyê bide biyaniyên veberhêner, dê bernameyekî bide destpêkirin.

Li gor planê; her kî bi 350 hezar dolarî veberhênanê bike an tehwîla giştî ya dewletê bi 800 hezar dolarî bikire, dê Arjantin mafê welatiyê bidê.

Her kî bi şertê ku 350 hezar dolarî raste rast bide an telwîla bi bihayê 800 hezar dolarî ji Arjantînê bikire, dê pasaporta xwe ya Arjantînî bistîne.

Wezîrê aboriye Luis Caputo di ser hesabê xwe yê Xê de daxwuyaniya serokwezîrtiyê belav kir û got biyanî di her dû rêyan de jî dikarin seredena welatîbûnê bikin.

Li gor ajansa Reutersê; kesên seredanê bikin, jina wan an mêrê wan û zarokên wan yên di navbera 18-25 salan de ku nezewicîbin û bê zarok bin, dikarin bi 100 hezar dolarî bibin welatî û zarokên temenê wan di bin 18 salan de bin, dikarin bi 25 hezar dolarî bibin welatiyên Arjantinê.

Perê ku ji vê mijarê were, dê ji bo xwurtkirina darayiya Arjantînê û finansa wê bikar bînin. Arjantin welatekî Amerîka Latîniye û rewşa darayî ya Arjantînê baş nîne.

Parve bike: