Cîhan
Soylu: Amerîka dibêje, ferq di navbera wezîrên we û serkirdeyên PKKê de nîne
Peyamakurd - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê xelata 12 milyon dolaran a ser serkirdeyên PKKê Murat Karayilan, Duran Kalkan û Cemîl Bayik ji aliyê Amerîkayê ve hatiye danîn, daxuyanî da.
'AMERÎKA HENEKÊN XWE BI ME DIKE'
Wezîrê tirk Soylu, biryara Amerîkayê şîrove kir û got, “Amerîka henekê xwe bi me dike. Du wezîrên me ji lîsteya dorpêçan derxist û 3 terorîst xist şûna wan. Ji me re dibêjin, di navbera wezîrên we û terorîstan de ti ferq nîne. Ma em ê jî bi vê bixapin?”