Cîhan
Starmer ji bo vekirina Hurmizê lûtkeyeke navneteweyî li dar dixe
PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku welatê wî dê ji bo vegerandina ewlehî û azadiya hatinûçûna deryayî li Tengava Hurmizê, mêvandariya lûtkeyeke navneteweyî bike.
Starmer diyar kir ku Wezîra Derve Yvette Cooper dê vê lûtkeyê birêve bibe û destnîşan kir ku vekirina vê rêya deryayî ji bo kêmkirina rageşiyên aborî û lêçûnên jiyanê xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Herwiha Starmer tekez kir ku Brîtanya naxwaze rasterast bikeve nav şerên li Rojhilata Navîn, lê ew ê di navbera Amerîka û Ewropayê de peywendiyên xwe yên stratejîk di warê ewlehî û enerjiyê de hîn xurttir bikin.