TR KU SO
FB X
Cîhan

Eraqçî: Ji bo vekirina Tengava Hurmizê em li benda DYAê ne

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2026 11:14

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ku li New Yorkê daxuyaniyek da ragihand ku ew di mijara danûstandinên bi DYAê re li benda bersiveke dawî ne û ev peyam bi navbeynkariya berpirsên Qeterê tên şandin.

Eraqçî nûçeyên çapemeniya navneteweyî yên ku digotin "Îran dê di mijara nukleerî de tavîzan bide" bi tundî red kir û diyar kir ku pozîsyona wan qet nehatiye guhertin û di vê serdemê de tu axaftin li ser bernameya nukleerî nehatiye kirin.

Eraqçî destnîşan kir ku gotûbêjên heyî bi tevahî li ser vekirina Tengava Hurmizê ne û ev yek bi cihanîna mercên Îranê ve girêdayî ye.

Wî anî ziman ku mercên Tehranê pir adil û zelal in, her wiha da xuyakirin ku Îran hem ji bo dîplomasiyê û hem jî ji bo şer amade ye û biryara dawî dê piştî gihandina bersiva Amerîkayê li Tehranê bê dayîn.

Parve bike: