Cîhan
Trump: “Şi, ji bo vekirina Tengava Hurmizê vekin Çîn destekê pêşniyar kir”
PeyamaKurd – DYA û Çîn ji bo Tengava Hurmizê vekirî bimîne li hev kirin. Trump ragihand ku Şi jê re gotiye dê desteka leşkerî nede Îranê û ji bo vekirina Tengava Hurmizê destekê pêşniyar kiriye.
DYA, dixwaze bi Çînê re bazirganiya xwe pêş bixe û Şi ji Trump re gotiye wê deriyê Çînê bêhtir ji DYA re vebe û şîrketên DYAyê dê li Çînê bêhtir bibin xwediyên derfetan.
Koşka Sipî ragihandiye ku her dû dewlet li ser Hurmizê li hev kirine û bi Koşka Sipî re ajansa Fars ya Îranê ragihandiye k di protokola rêvebiriya Hurmizê de, piştî li hev kirinê, çûn û hatina keştiyên Çînê destpêkiriye.
Artêşa Îranê ragihand ku ji 13ê Gulanê heya niha li dora 30 keştiyan bi îzna Îranê Hurmizê derbas kirine.