TR KU SO
FB X
Cîhan

Starmer NATOyê rave kir: Divê Ewrûpa gelek hewlan bide

Admin M
Nivîskar
📅 10 nîsan 2026 21:03

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku NATO ji bo berjewendiyên DYA û Ewrûpayê xizmetê dike, hevkariya herî xwurt ya leşkeriye û divê welatên Ewrûpa bêhtir destekê bidinê.

Satermer, gera xwe ya li welatên Kendavê qedand û li Qatarê pirsên rojnamevanan bersivand. Starmer got NATO ne tenê ji bo Ewrûpa her weha ji bo DYA jî, seha stratejik ya ji bo berjewendiyaye û divê welatên Ewrûpayê bêhtir destekê bidin NATOyê.

Starmer, di seredana xwe ya welatên Kendavê de, li ser ewlehiya herêmê û bandora Îranê ya li herêmê bi lîderan re axifî û di hevdîtinan de, berevaniya rewa ya komkî ket rojevê. Starmer got:

“Ev şer, di dewama neslekî me de wê nasnama me destnîşan bike û divê em bi xwurtî bersivê bidin û em ê bidin jî. Pêwiste welatên Ewrûpayê çi bikeve ser milên wan bikin. Demekî dirêje ez dibêjim ku divê em zêdetir bikin. NATO di dinyayê de heya niha hevkariya leşkerî ya herî xwurt e.

Parve bike: