Cîhan
JD Vance: “Divê Ewrûpa ji heqqê xwe bê der”
PeyamaKurd – Cîgirê serokê DYAyê JD Vance li Koşka Sipî di civîna çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Li ser pirsa derengxistina şandina leşkerên DYAyê ji bo Polonyayê, Vance got:
“DYA nabe polîsê dinyayê…Divê Ewrûpa ji heqqê xwe bê der. Medya Ewrûpayê eger bixwaze êrîşê serokê DYAyê bike, divê di eynê de xwe bibîne.”
Li ser giliyên medya Ewrûpayê yên di derbarê DYA de Vance got:
“Ez 41 salîme. Min her wext ji medya Ewrûpayê di derbarê DYA de ku dibêjin her tiştê DYA xelete, dîtiye. Goya em ne xwediyê filan tiştîne, an bêvan tiştîne, dibêjin DYA di babeta tenduristiyê de têr mesrefê nake. Sedemekî ku em ji bo bergiriyê ew çend mesrefê dikin ew e ku bi deh hazarî leşkerên me li Ewrûpayê ne.”