TR KU SO
FB X
Cîhan

Stenbol | Zêdetirî 2 hezar karker bi korona ketin û 28 kesan jî pê can da

Admin H
Nivîskar
📅 17 nîsan 2020 20:25

PeyamaKurd - Platforma Şaxên Sendîkayên Karkeran li Stenbolê bi raporekê ragihand ku testên 2 hezar û 279 karkeran pozîtîf derketine û karker di bin rîskeke mezin de dixebitin. 

Platforma Sendîkayên Karkeran li 10 beşên cihên xebatê yên wekî tekstîl, çerm, lîman-depo-antrepo, ewlehî, zexîre, market, tenduristî, petro kîmya, veguhestin û metalê raporek amade kir.

Di raporê de hatiye gotin, 2 hezar û 279 karker li Stenbolê bi vîrusa koronayê ketine û testên wan pozîtîf derketine ku 28 karkeran jî ji nexweşiya Covid-19 can dane.

Platformê destnîşan kiriye ku di wan kertên xebatê de, xeteriyeke mezin a tenduristiyê heye û herwiha li hemû nexweşxaniyên dewletê li ser gelek xebatkarên wan vîrusa korona hatiye dîtin.

Li gorî amarên fermî heta 16ê Nîsanê li Tirkiyê 74 hezar û 193 tûşbûyên Covid-19 hatine tomarkirin û hezar û 643 kesan jî can daye.

Parve bike: