Stoltenberg: Tirkiyê operasyon rawestand, tundî pir kêm bûye
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ku îro di çarçoveya Lutkeya NATOyê ya Londonê de, bi Serokê Amerîka Donald Trump re civiya, li ser êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku Tirkiyê operasyonên xwe rawestandine û tundî jî gelekî kêm bûye.
Stoltenberge wiha got, “Tirkiyê operasyonên leşkerî rawestandin. Di tundiyê de kêmbûneke cidî heye.”
Jens Stoltenberg, herwiha li ser mijara kirîna S-400ên Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve jî da zanîn ku hîn kêşeyên bi Tirkiyê re çareser nebûne û diyar kir, “Ji niha şûnde divê em ji bo çareseriya siyasî hewil bidin.”
Stoltenberg, li ser pirsa rojnamevan a derbarê bicihkirina hêza Rûsyayê li Polonya û welatên Baltikê jî da xuyakirin, heger êrîşeke Rûsyayê li wan welatan çêbibe ew dê bersiva wê rewşê bidin.