TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûdan | Agirbesta bo 24 saetan hat qebûl kirin

Admin H
Nivîskar
📅 18 nîsan 2023 20:27

PeyamaKurd – Piştî şer û pevçûnên di navbera du hêzên Sûdanê de ku nêzî 200 kes heta niha hatine kuştin, agirbesta bo 24 saetan hat qebulkirin.

Fermandarê Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) Muhammed Hamdan Dagalu, ragihand ku wan pêşniyara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ya bo agirbesta 24 saetan di navbera hêzên wan û artêşa Sûdanê de, qebûl kiriye.

Dagalu li ser medya civakî ragihand ku wan ji bo tehlîyekirina birîndaran û veguhestina sivilan bi awayekî ewle agirbesta 24 saetan pejirandiye.

Herwiha Dagalu got ku Hêzên Çekdarên Sûdanê li gorî agirbestê tevnagerin û herêmên xwedî nifûsa mezin a sivîlan bombebaran dikin ku ev jî binpêkirina hiqûqa mafên mirovan e.

Li aliyê din artêşê jî ragihandiye ku RSF ji bo têkçûna xwe veşêrê agirbest ragihandiye û diyar kir ku piştî hevdîtina ligel Blinken, pêwîstiya agirbestê ji bo dabînkirina ewlehiya sivîlan û rewşa mirovî hatiye destnîşankirin.

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara kesên di pevçûnan de hatine kuştin 185 kesan derbas kiriye û zêdetirî 1800 sivîl jî birîndar bûne.

Parve bike: