TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûdanî: Wê hikûmet tistên di butçeyê de hatine pesendkirin binirxîne

Admin L
Nivîskar
📅 13 hezîran 2023 13:32

PeyamaKurd Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa es-Sudanî diyar kir, di qanûna budçeyê ya ku li Meclîsê hatiye pesendkirin, girîngiyên pêwîstiyên bingehîn ên welatiyan li ber çavan tên girtin û piştî ku di budçeyê de bên sererastkirin wê hikûmet tiştên ku hatine pesendkirin binirxîne.

Sûdanî ji ber pesendkirina proje yasaya budçeyê pîrozbahî li gelê Iraqê, serokomar û Parlamentoya Iraqê kir.

Sûdanî bal kişand ku budçeya di 13ê Adarê de ji aliyê kabîneyê ve hat qebûlkirin, pêşiyê hewcedariyên bingehîn ên kes, malbat û welatiyên li welêt digre ber çavan, Sûdanî da zanîn, "Hikûmet kar dike ku di warê aborî de tiştên ku jê tê hêvîkirin pêk bîne", projeyên binesaziyê, xizmetguzarî û ji nû ve avakirinê."

Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku hikûmet bi pêşkêşkirina budçeya 3 salan bi nêrîna zelal a reforman di bernameya xwe de bawer e, Sûdanî tekez kir, ew wê xerciyên hikûmetê kêm bikin, dahatên neftê pêş bixin û piştgiriya sektora taybet bikin.

Serokwezîr Sûdanî diyar kir, wê hikûmet xalên ku di budçeyê de hatine guherandin binirxîne û got, ew ê lêkolîn bikin ka ev xal heta çiqas bi bername û armancên Lijneya Wezîran ên ku ji aliyê Meclisê ve hatine pejirandin re li hev dikin.

Parve bike: