TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûdanî: Wê Iraq ji bo parastina xwe her rêyê bide ber xwe!

Admin H
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2024 21:27

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji ajansa Bloomberg re ragihand, “Mafê ti aliyekî navxwe û derve nîne ku mafên Iraqê û rola wê ya di parastina ewlehiyê de zeft bike”.

Sûdanî destnîşan kir: “Wê Iraq ji bo parastina serweriya xwe hemû rêyan bide ber xwe”.

Serokwezîrê Iraqê li ser pirsa enerjiyê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhan a Tirkiyeyê jî got: “Ti pirsgirêk di navbera Bexda û Enqereyê de nîne, ya ku heye cudahiya navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye li ser çawaniya berhemanîna her bermîleke petrolê”.

Sûdanî bal kişand ser ku rewşa niha ya Rojhilata Navîn ji bo enerjiyê, hinardeker û hawirdekerên petrolê cihê nîgeranî û dudiliyê ye nexasim jî ji ber şerê Xezzeyê ku asta hevrikiyan li herêmê bilind kiriye.

Parve bike: