TR KU SO
FB X
Cîhan

Supaya Pasdarên Îranê li Tengava Hurmizê dest danî ser kestiyeke Brîtanî

📅 20 tîrmeh 2019 13:15

PeyamaKurd - Di daxûyaniyekê de Supaya Pasdaran radighîne, wan Keştiyek petrolhilgir a Brîtaniya ya bi navê Stîna Îmbîro desteser kirine.

Supaya Pasdaran amaje jî dike, ew keştiye li dema derbasbûnê ya Tengava Hurmizê hatiye desteserkirin, ew jî bi fermana Desthelata Deryayî ya Parêzgeha Hurmizgan.

Derbarê sedemên desteserkirina wê keştiyê, Supayê Pasdaran radighîne, ew keştî pabendî yasayên deryayî yên navdewletî nebûye. Her li gorî çavkaniyan, tîma keştiyê ji 23 kesan pêkhatiye.

Ji aliyekê din ve û li gorî raportên rojnamevanî, dûyem keştiya Brîtanî arasteya xwe ber bi beravên Îranê ve guhertiye.

Parve bike: