Cîhan
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê li ser Tengava Hurmuzê daxuyanî da
PeyamaKurd - Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê diyar kir ku her derbasbûnek ku bêyî hevrêziyê bi wan re were ragihandin nayê qebûlkirin.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê doh di daxuyaniyekê de ragihand ku derbasbûna ewle ji Tengava Hurmuzê tenê bi rêya korîdorên deryayî yên ku ji hêla Îranê ve hatine destnîşankirin mimkun e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêyên derbasbûnê yên nû yên ku bêyî hevrêziyê bi Îranê re hatine ragihandin nayên qebûlkirin û ji bo ewlehiya giştî xetereyekê çêdikin.
Supaya Pasdarên Şoreşê diyar kir ku wê tedbîrên pêwîst li dijî keştiyên ku van rêzikan bi cîh naynin werin girtin.