Sûriye: Çekên Hizbullahê di tankera petrolê de hatin girtin
PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku wan li ser sînorê hevbeş ê ligel Iraqê rê li ber hewleke profesyonel a veguhestina çekan girtiye ku di nav tankereke petrolê de hatibûn veşartin ji bo bigihin destê Hizbullah a Libnanê.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) li ser zarê Wezareta Karên Navxwe diyar kir ku di vê operasyona li Deriyê Navneteweyî yê Tenefê (yê li beramberî deriyê Welîd ê Iraqê) de dest hatiye danîn ser barekî mezin ê çekên curbicur, moşek û dronan ku ber bi bajarê Banyasê ve diçû.
Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê bal kişand ser hûrgiliyan û eşkere kir ku ev teqemenî bi awayekî pir profesyonel ji bo xapandina tîmên kontrolê hatibûn veşartin, lê di dema pişkinîna asayî de hatine eşkere kirin, ku ev yek wekî derbeke giran a li dijî şebekeyên qaçaxçîtiyê hat tomarkirin.