Cîhan
Sûriye | Li binkeyên milîsên îranî teqînên dijwar çêbûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 28ê Sibatê li çolistana Bûkemalê ya rojhilatê Dêrazorê ku di bin kontrola milîsên Îranî de ye teqînên dijwar çêbûn.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye, dengê teqînên mezin li herêmên jêr kontrola milîsên îranî hatiye bihîstin ku di dema teqînan de balafirên bêmirov jî li ser herêmê digeriyan.
SOHRê diyar kiriye ku hîn li ser sedema teqînan ti agahî nehatine bidestxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja îna borî bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, balafirên şer ên Amerîkayê li nav xaka Sûriyê êrîşî bingehên komên çekdarên milîsên îranî kiribûn ku çend cih û cebilxaneyên Hizbullaha Iraqê jî hatibûn rûxandin.