Swêd: Ti kurdekî hemwelatiyê Swêd nayê radestkirin
PeyamaKurd – Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson, di civîneke rojnamevanî de, li ser daxwaza Tirkiyê ya radestkirina hejmarek kesan bi hinceta terorê ragihand ku ew ti kurdekî hnemwelatiyê Swêdê be radest nakin.
Magdalena Andersson wiha axivî: “Em hemwelatiyên Swêd ti carî radestî Tirkiyê nakin, lewre hinek ji wan welatiyên Swêd in û dizanim gelekî bi fikar in. Ew helbet nayên radestkirin. Ji bo yên din jî em ê li gorî hiqûqa Swêdê û yasayên navdewletî tevbigerin. Otorîteyeke serbixwe ya Swêd heye ku mijara radestkirinê li gorî hiqûqa navxwe û navdewletî binirxîne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di vegera Lûtkeya NATO ya Madrîdê de, gotibû wan daxwaza radestkirina 73 kesan ji Fînland û Swêd kiriye û 3-4 kes jî hatine radestkirin û rêkeftina bo rakirina astenga endamtiya NATOyê bi wan welatan re jî wekî serkeftin pênase kiribû.