Cîhan
Swêd 1,4 milyar Kron alîkarîya zivistanê dide Ukraynayê
PeyamaKurd – Serokwezîrî Swêdê Ulf Kristerson ragihand ku dê hikûmeta Swêdê 1,4 milyon krone (134 milyon dolar) alîkariya pere bide Ukraynayê.
Kristersson li paytext Stockholmê di civîneke rojnamevanî de eşkere kir ku ew dê 1,4 milyon kron alîkariya zivistanê bidin Ukraynayê.
Serokwezîrê Swêd diyar kir ku dê alîkariya pere ji bo germkirin, elektrîk, tenduristî û xizmetên vehewînê be. Kristersson da zanîn ku dê 900 milyon kron bi rêya Banka Cîhanê bo Ukraynayê bê gihandin.
Herwiha Kristersson, bang li Îranê jî kir ku welatiyê Swêdî yê xebatkarê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Johan Floderus ê 1,5 sal in girtiye jî were berdan.