Cîhan
Talîban nefesa hukumetê çikandiye
PeyamaKurd- Li Afxanistanê di dema ku serokkomar Eşref Ganî diçû seredana rêvebirên bajarê Helmandê, Talîbanê bi roket û bombeyan êrîş birin ser.
Berdevkê polîsên Helmandê Abdul Selam Afxan ragihand ku di dema seredana bajêr de, bi roketan li bajêr dan. Afxan got ku di êrîşê de kes hatiye kuştin an na, nayê zanîn lê serokkomar û heyeta pêre zerarê nedîtine. Roketek ji wan li nêzî otêla ku serokkomar lê dima ketiye.
Talîbanê êrîşê git ser xwe.