Talîbanê, hinceta xwe ragihand: Ne Îslamî ye
PeyamaKurd- Cîgira Wezîrê Xwendina Bilind a Hikûmeta Talîbanê ya bi wekalet Nîda Mihemed Nedîm, hinceta rêveberiya Talîbanê ya qedexekirina demkî ya perwerdehiya jinan ragihand.
Cîgira Wezîrê Xwendina Bilind a hikûmeta demkî ya Talîbanê ya Efxanîstanê Nîda Mihemed Nedîm, di bernameyeke televîzyona Dewleta Efxanîstanê de îdia kir ku rêgezên rêveberiya Talîbanê, di warê xwendina bilind de bi rêk û pêk nayên bicihanîn.
Nedîm got ku "Keçên li zanîngehan, rêzê li rêgezên perwerdehiyê nagirin, tevî qedexeyê jî hîn li hin zanîngehan perwerdehiya hevbeş berdewam dike, ne guncaw e ku xwendekarên keç ji bo xwendina zanîngehê biçin parêzgehên cuda û li wê derê bijîn.”
Nîda Mihemed Nedîm, bi îdiaya ku perwerdehiya keçan li hin beşên wekî çandinî û endezyariyê "li dijî qanûnên Îslamî û şerefa Efxanistanê ye" wiha got:
"Armanca me ew e ku em keçan ji xwendinê bêpar nehêlin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li zanîngehan, em xebatên xwe berdewam dikin. Divê destwerdana karên me yên navxweyî neyê kirin. Ji bo medreseyên ku keç û xort lê perwerdehiyê dibînin, biryareke nû di rojevê de nîn e û medrese dê çalakiyên xwe berdewam bikin.