TR KU SO
FB X
Cîhan

Tankêra petrolê sewitî û 9 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 29 îlon 2019 00:52

PeyamaKurd- Li welatê Kore ya Başûr, li bajarê Ulasanê, li lîmana bi heman navî, di tankêrekî de teqîn çêbû û agir bi tankêrê ket. Agir derbasî keştiya kêlekî jî bû di encamê de 9 kes birîndar bûn. Li gor medya deverê; şewata her dû keştiyan bi hevre, gelek talûkeyekî giran bû.

Ji xebatkarên her dû keştyan ku 46 kes di her dû keştiyan de dixebitîn, bê ku tiştekî bi serê wan were, ji qezayê rizgar bûn. Di mijara sedema teqînê an şewatê de, ti agahî nehat dayîn. Vemirandina agir dewam dike.

Parve bike: