Cîhan
Medya Iraqê: Li tankêra petrolê ya Iraqê xistin
PeyamaKurd – Medya Iraqê ragihand ku li peravên Iraqê nêzî bajarê El Fawê tankêra petrolê ya Iraqê ketiye ber êrîşekî dronî, paşî agir bi tankêrê ketiye lê agirê wê vemirandine.
Li gor ragihandinba nivîskî ya UKMTOyê; li bajarê Iraqê li nêzî bajarê El Fawê, 28 milê deryayê li başaûrê bajêr li keştiyekî bazirganiyê xistine
Muretebatê keştiyê başe û heya niha talûkeyekî hawirdoriyê nehatiye ragihandin. Rayedar lêkolîna li ser rûdanê dikin û gotin ku her tevgera bi guman divê ji bo UKMTOyê ragihînin.
Medya Iraqê ragihand ku keştî di nav ava Iraqê de bi dronê lê xistine, di keştiyê de şewat derketiye, paşî agir vemirandine û kes nemiriye.