Cîhan
Tarîxa bidawîkirina ser hat eskere kirin
PeyamaKurd – Çavkaniyên îstixbarata Ukraynayê îdia kirin ku wê Rûsya êrîşa xwe ya ser welatê wan ku ji 24ê Sibatê ve didomîne, di meha Gulana îsal de bidawî bîne.
Li gorî medya Almanyayê ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyên îstixbaratê yên Ukraynayê tê pêşbînî kirin Rûsya şerê dijî Ukraynayê di serê meha Gulanê de bidawî bîne û wekî sedem jî dibêjin, 9ê Gulanê salvegera 70emîn a roja biserketina Sovyetê li dijî Almanyaya Nazîyan e, lewra difikirin ku 9ê Gulanê şer bidawî bikin.
Hêjayî gotinê ye, Rûsya yek ji sedema êrîşa xwe ya ser Ukraynayê hebûna neonazîyan nîşan dide ku dibêje, ew ê Ukraynayê ji wan paqij bike.
Herwiha 9ê Gulanê li Rûsyayê roja serfiraziyê ye ku cejna herî girîng e ji bo wan.