TR KU SO
FB X
Cîhan

Tedbîrên parastina Koska Sipî hatin zêdekirin

Admin M
Nivîskar
📅 04 mijdar 2020 04:04

PeyamaKurd – Li ser û dora Koşka Sipî bi sedema parastinê tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin. Hilbijartina serokatiya Amerîkayê îro diqede û dibe di pey hilbijartinê de xwepêşandan zêde bibin lewra li dora Koşkê tedbîrên awarte yên asayîşê hene.

Li Washington DC yê di mehên gulan û hezîranê de di wexta xwepêşandanên George Floyd de kargehên ku camên wan hatibûn şikestin û yaxmakirin, bi sedema îhtîmala ku bûyer biqewimin, bi plakayên ahşab hatin girtin.

Cadde û kolanên li dora Koşka Sipî, Parka Lafayette ya li hemberê Koşkê, parka li paşiya Koşkê Parka Ellipse bo çûn û hatê hat girtin. Apartmanên li dora Koşkê û kolan bi caxên hesin yên bilind hatin girtin.

Parve bike: