Cîhan
Tehran û Samê 11 peyman îmze kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Îran û Sûriyê li ser mijarên cuda 11 peymanên hevkariya aborî û avadankirinê girê dane.
Li gor nûçeya medya Îranê Cîgirê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî li Şamê bi Serokwezîrê rejîma Beşar Esed Îmad Hamis re hatiye ba hev û li ser mijarên cuda 11 peyman girêdane.
Hat ragihandin ku piraniya wan peymanan li ser projeyên enerjî, bazirganî, avadankirin û kulturî ne û doh 28ê Çile piştî hevdîtinên şandên herdu aliyan hatine îmzekirin.
Medya îranê ragihand ku dê Cîhangirî di serdana xwe ya Sûriyê de ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed û wezîrê derve Welîd Mulim re jî bicive.