Tehranê welatiyekî din ê Swêdê jî girt
Peyama Kurd - Wezareta Derve ya Swêdê ragihand ku di destpêka vê mehê de welatiyekî din ê Swêdê jî ji alîyê rejîma Îranê ve hatiye girtin.
Wezareta Swêdê da zanîn ku ji sedema “nepeniya konsulxaneyê” ew nikarin di derbarê nasnameya ew kesê ku hatiye girtin de zanyariyên zêdetir parve bikin.
Wezaretê da zanîn ku berpirsên wezaretê bi xizmên welatiyê ku ji alî rejîma Îranê ve hatiye girtin re di pêwendiyê de ne û ragihand ku Balyozxaneya Swêdê ya Tehranê jî, di derbarê girtina vî welatiyî de bi rayedarên Îranê re danûstandinan dikin.
Di 2022yan de welatiyê Swêdê û dîplomatê Yekîtiya Ewropayê (YE) Johan Fludros jî li Îranê hatibû girtin. Fludrosê ku Zanîngeha Oxfordê qedandiye, berî ku bê girtin, li ofîsa Afganîstanê ya Servîsa Derve ya YEyê dixebitî.
Yekemîn rûniştina dadgehkirina Floudros roja 10ê Kanûnê li Şaxa 26ê ya Dadgeha Înqilabê ya Tehranê hat lidarxistin û piştre jî beşdarî çend rûniştinên din bû.
Ev welatiyê swêdî bi “bi armanca sabotajê ji bo Îsraîlê komkirina agahiyan” dihat tawanbarkirin.
Çalakvanên siyasî û mafê mirovan didin zanîn ku girtin û darizandina Fludros, hewleke Tehranê ya ku zextê li hikûmeta Swêdê bike da ku Hemîd Nûriyê, berpirsê berê yê dadweriya Îranê serbest berde.
Hemîd Nûrî ji ber ku di 1988an de beşdarî “kuştina girtiyên siyasî” bûye, cezayê hetahetayê lê hatiye birîn. Di 19ê Kanûnê de Dadgeha Îstînafê ya Stockholmê biryara dadgeha jêrîn û cezayê heta hetayê yê Nûrî tesdîq kir.
Rojekê piştî ragihandina biryara dadgeha temyîzê ya Stockholmê li ser dosyaya Hemîd Nûrî, Ajansa Nûçeyan a Fars a girêdayî Pasdaran ragihand ku Floodros bi “belavkirina gendeliyê li ser rûyê erdê” hatiye tawanbarkirin.
Roja 25ê Kanûna Yekem, rojnameya Kayhan dadgehkirina Hemîd Nûrî û Johan Flodros dan ber hev û nivîsî ku eger tawanên li dijî vî welatîyê swêdî bên îspatkirin, di nav de "hevkariya bi Îsraîlê re", "cezayeke giran" li benda wî ye.