Cîhan
Tekne qelibî: 26 kes mirin
PeyamaKurd – Di navbera welatên Ûgandayê û Komara Kongo ya Demokratîk de, li ser Gola Albertê tekneyekî qelibî û 26 kes can dan. Kesên wenda hene û bo dîtina wan lêgerîna li wan dewam dike.
Tekna ku li ser ava golê serobino bû, tê de 50 kes hebûn. Ji wan 26 kes mirin, 21 kes hatin rizgarkirin û niha li 3 kesan digerin.
Rêvebiriya Ûgandayê ragihand ku tekne têra xwe saxlem nebûye û ji ber bayê serobino bûye.