TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Spanyayê du trenên lez li hev qelibîn: 30 kes mirin

Admin H
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2026 13:10

PeyamaKurd - Li Spanyayê di navbera her du trenên lez ên ku seferên Madrid û Endulusê dikirin de qezayeke giran pêk hat û di encamê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Qezaya ku di saet 08.54an de li herêma Castilla La Mancha ya girêdayî bajarê Toledoyê çêbû, bi lêdana treneke Renfe ya li ser pişta treneke Iryo pêk hat.

Saziya xebitandina rêhesinî ya Adif diyar kir ku ji ber qezayê trafîka li ser xeta trêna lez a Madrid-Endulusê hatiye rawestandin.

Berdevka Hikûmeta Castilla La Mancha Esther Padilla ragihand ku di qezayê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, du vagonên trêna Iryo ji rê derketine û lêkolînên li ser sedema qezayê berdewam dikin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser qezayê sersaxî xwest û destnîşan kir ku tîmên lezgîn bi hemû saziyan re li qadê dixebitin da ku alîkariyê bigihînin kesên mexdûr.

Parve bike: